Arakçî: Êrişek li ser Lubnanê wê bibe binpêkirina peymanê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî hişyarî da ku eger Îsraîl êrişî Lubnanê bike yan jî bi dewamî li xaka Lubnanê bimîne, ev yek wê bê wateya binpêkirina peymana bi DYE'yê re.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî hişyarî da ku eger Îsraîl êrişî Lubnanê bike yan jî bi dewamî li xaka Lubnanê bimîne, ev yek wê bê wateya binpêkirina peymana bi DYE'yê re.
Arakçî ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û got, "Eger Îsraîl êrişî Lubnanê bike yan jî bi dewamî li xaka Lubnanê bimîne, ev yek wê bê wateya binpêkirina peymana ku bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re hatiye îmzekirin."
Arakçî anî ziman ku di vê çarçoveyê de li aliyekî peymanê DYE û Îsraîl heye, li aliyê din jî Îran û Hîzbûllah heye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, "Bidawîkirina şerê li Lubnanê parçeyekî bidawîkirina şer a bi temamî ye. Heta ku hêzên Îsraîlê xwe ji Lubnanê venekişînin, wê şer bi temamî bi dawî nebû be."
Rayedarê Îranî got, "Bêguman meseleya herî girîng a protokolê ye: Lubnan jî di nav de li hemû eniyan şer tavilê û bi rengekî mayinde bi dawî bibe."
Arakçî her wiha diyar kir ku roja Înê ku tê plankirin protokola lihevkirinê ya bi DYE'yê re bê îmzekirin, dibe ku bi DYE'yê re hevdîtinên berfireh destpê bike.
Wezîr got, "Di peymana dawî de li gel mijarên nukleerê, her wiha rakirina pêkanînên DYE'yê yên ku aboriya Îranê difetisîne wê bêne nirxandin û biryar li ser bê dayin."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump roja Duşemê di daxuyaniya xwe de soz dabû ku ev belge "Wê aştiyê bîne herêmê."
Li aliyê Îsraîlê jî Serokwezîr Binyamin Netanyahu êvara Duşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku weke Sûriye û Xeze artêşa Îsraîlê "Bi qasî ku pêwîst dike" wê li Lubnanê bimîne. Rayedarên din ên Îsraîlî jî diyar kiribû ku peyman Îsraîlê eleqedar nake.